Dosîya navokî ya Îranê u serederîya sîyasî ya ewrûpîyan
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara muzakireyên tev Alman, Fransa û Ingilîsê da got: Welatên ewûpî bi mekanîzma vegerandina boykotan şaşitîyeke mezin kirin û kar zehmettir û lihevalîyayîtir kirin.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara muzakireyên tev Alman, Fransa û Ingilîsê da got: Welatên ewûpî bi mekanîzma vegerandina boykotan şaşitîyeke mezin kirin û kar zehmettir û lihevalîyayîtir kirin. Gotûbêjê me u wan didomin û hêvîdar im ku em bikaribin bigihêjin liyêkgiheştinê.
Kazim Xerîbabadî Serokê Beşa Karên Hiqûqî û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê jî li şebekeya civakî ya X`ê pêgirî kir ku Îran hela jî pabendê dîplomasîyê û rêçareyeke dîplomatîk a bixêr ji bo her du alîyan e û got: Dema wê ye ku Alman, Ingilîs û Fransa û Konseya Emnî ya NY bijareyeke durist hilbijêrin û atmosferê ji bo dîplomasîyê pêk bînin û demê bidinê.
Wekîlê Ûrsêtê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê jî got ku Amerîka û tirûîkaya ewrûpî ango Alman, Fransa u Ingilîsê bernama navokî ya Îranê kirine dosîyeyeke sîyasî. Mîxayîl Olyanov ji ber helwestên her sê welatên hanê himber Îranê rexne kir û tekez kir ku Amerîka û welatên ewrûpî zîyanê digihînin hewlên sîplomatîk ên têkildarî dosîya navokî ya Îranê. Olyanov heyf û mixabinîya xwe dîyar kir û got ku welatên hanê bi berdewamî bi karên xwe rewşê girantir û lihevalîyayîtir dikin.
Muzakireyên di navbera Îranê û 3 welatên ewrûpî û YEyê piştî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ûAmerîkayê ser Îranê, di 26ê Tebaxê da li asta Cîgirên Wezîrên Karên Derve û Cîgira Berpirsa Sîyaseta Derve ya YEyê li avahîya NY ya li Jênêvê hatin lidarxistin.