Wezareta Berevaniyê ya Îranê: Rejîma Siyonîst ji bo sekinandina şêrr lawahî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355890-wezareta_berevaniyê_ya_Îranê_rejîma_siyonîst_ji_bo_sekinandina_şêrr_lawahî_kir
Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Îranê bal kişand ser derbên giran ên ku hêzên çekdar ên Îranê li binesaziyên Rejîma Siyonîst xistin û got: Rejîma Siyonîst lawahî kir ku şer raweste.
(last modified 2025-08-24T12:06:47+00:00 )
Tebax 24, 2025 14:49 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Îranê: Rejîma Siyonîst ji bo sekinandina şêrr lawahî kir

Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Îranê bal kişand ser derbên giran ên ku hêzên çekdar ên Îranê li binesaziyên Rejîma Siyonîst xistin û got: Rejîma Siyonîst lawahî kir ku şer raweste.

Serdarê sertîpê pasdar Riza Telayînik, berdevkê wezareta berevaniya Îranê, di hevpeyvînekê de, berûlayên cûrbecûr ên şerê sepandî yê 12 rojî yê Rejîma Siyonîst şîrove kir û got: Ji bo her kesî aşkira bû ku dijmin nekarî di şerê sepandî yê vê dawîyê da bigihêje armancên xwe û têk çû.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Îranê got ku dijminê siyonîst zirarên berfireh ên şerê bi Îranê re bi dirustî nenirxand û ev hesabê şaş ne tenê bû sedem ku negihîje armancên xwe, belke di heman demê de bû sedema xercên giran ji bo wê û derbên giran li binesazî û alavên leşkerî yên rejîma qirêj a siyonîst bikevin.