Tebax 13, 2025 22:25 Asia/Tehran

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê vê sibê di dewama sefera xwe ya navçeyê de piştî Iraqê derbasî Libnanê bû.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di  sefera xwe Libnanê de ji aliyê gel û berpirsên vî welatî va bi germî  û coşeke zêde hat pêşwazîkirin.Hejmareke zêde ji welatiyên Libnanî bi amadebûna li balafirgehê bi germî pêşwaziya Elî Larîcanî kirin. Piştî gihîştina wî li Balafirgeha Refîq Herîrî ya Beyrûtê, Elî Larîcanî nav komek rojnamevanan  hazir bû û tekezî ser piştgiriya tam a Îranê ji berjewendiyên neteweyî yên gelê Libnanê kir.Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îro piştî nîvro bi Nebîh Berrî ,Serokê Parlemana Libnanê re civiya. Larîcanî di vê hevdîtinê de derbara biryara hikûmeta Libnanê ya bêçekkirina Hizbullahê heta dawiya îsal  ya di encama zextên Amerîka û Rejîam Siyonîst fr got: Nabe welatên din u derveyî herêmê fermanan bidin Libnanê. Larîcanî di dewamê de got:Îran naxwaze ku destwerdanê di karûbarên welatan de ji wan ên Libnanê bike.Ger hikûmeta Libnanê bi  eşîretên curbicur re biaxive û bigihîje encamekê, em dê piştgiriya wê bikin. Nebîh Berrî Serokê Parlemana  Libnanê jî tekez kir ku Îran dostê Libnanê ye û ji ber cih û şûna wê ya aktîv li herêmê, dê  tim dostê me bimîne.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li Koşka  Beibedayê bi  Cozêf Ewn, Serokkomarê Libnanê re jî  hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de Cozêf Ewnî tekez kir ku em dixwazin dostaniya di navbera Libnan û Îranê de xurt bikin.Larîcanî jî di vê hevdîtinê de careke din tekezî ser helwesta Îranê di warê piştgiriya ji hikûmeta Libnanê û biryarên ku ji hêla saziyên yasayî yên vî welatî ve têne dayîn de, kir. 

Serepeyv