Rêberê Şoreşê: Gelê Îranê yê rêya dîn û zanistê neterikîne
Îro merasimek bi boneya çîllê şehîdên şerê 12 rojî yê Rejîma Sîyonîst ser gelê Îranê da sepandî, bi amadebûna malbatên şehîdan û çîn û qatên gel û hejmareke berpirsên Komara Islamî ya Îranê li Husêynîyeya Imam Xumeynî hat lidarxistin.
Di merasima çille û rêzgirtina li şehîdên şerê 12 rojî yê vê dawîyê da, hezretê Ayetullah Xaminêyî rêberê Şoreşa Islamî pêgirî ser berxwedana gelê Îranê himber zext û zoran kir û got: Gelê Îranê bi alîkarîya Xwedê, yê dîn û zanista xwe neterikîne.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî şerê vê dawîyê meydanek ji bo nîşandayîna şîyan, vîn û qahîmbûna Komara Islamî zanî û got: Vê bûyerê, bingehên bêmînak ên pergala Komara Islamî baş rayî cîhanê da û her kesî ji nêzîk va şîyana Komara Islamî dîtin.
Rêberê Şoreşê neyartîya himber îman, zanist û yekitîya gelê Îranê hegera sereke ya dijminatîya pergala serdestîxwaz zanî ne dew û dozên têkildarî mafên merivan an bernama navokî û got: Tişta ku welatên roajvayî jê ditirsin, gotina nû û karabûna Komara Islamî di warên curbicur da bû.
Rêberê Şoreşa Islamî bal kişand ser ezmûnên Komara Islamî di 46 salên buhurî di warê derbasbûna ji gefên leşkerî, emnî û sîyasî da û pêgirî kir: Gelê Îranê bi palpiştîya dîn û zanistê, bi caran dijmin neçar kirîye ku paşda gav bavêje û yê di vê rêyê da qahîm û ser xwe bimîne.