Tîrmeh 18, 2025 20:32 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Gera nû ya muzakiran tenê dikare bi rêketineke dadperwerane ya navokî were lidarxistin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku gera nû ya muzakiran tenê bi ragehandina amadetiya aliyê din jibo rêketina navokî ya dadmendane dikare serê xwe bigre.

Seyîd Ebas Iraqçî ,Wezîrê Karên Derve di rûpela xwe ya X`ê de nivîsî: Şeva buhurî, min vîdêyokonferansek hevbeş bi wezîrên derve yên sê welatên ewropî û berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê re li dar xist ku tê de min xalên jêrîn bi zelalî xistin rojevê:

- Eva Amerîka bû ku ji peymana ku di du salan de û bi hewahengiya YE di sala 2015`an de hasil bibû vekişya, ne Îran û - Eva Amerîka bû ku di Hezîrana îsal de ji muzakiran vekişiya û dewsa wê vebijarka leşkerî hilbijart, ne Îran.

Her dewreyeke nû ya muzakiran tenê wê demê dê pêkan be ku aliyê din ji bo rêketineke dadamendane, hevseng û li gor berjewendiyên dualî, amade be.

Serepeyv