Tîrmeh 14, 2025 19:42 Asia/Tehran
  • Iraqçî himber gotinnê Netanyahu bertek nîşan da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê himber axavtinnê pûç ên Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bertek nîşan da.

Seyîd Ebbas Iraqçî li rûpela civakî ya Xê nivîsî: Netanyahu nêzî 2 salan berî nika soza serketina li Xezzeyê da. Encama dawîn ev derket: Qobîya leşkerî, hikma desteserkirina Netanyahu bi hegera cinayetên cengê û tevlîbûna 200 hezar hêzên nû nav Hemasê da. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Netanyahu xeyal dikir li Îranê dikare destkevta zêde ji 40 salî ango enerjîya biaştî ya navokî ramalîne. Lê nedizanî ku her yek ji wan bi dehan zanyarên îranî ku bi destê kirêgirtîyên wî hatin şehîdkirin, zêde ji 100 şagirdê kara perwerde kirine.

Iraqçî herwiha got: Piştî têkçûna serşurane ya bidestnexistina armancên têkildarî şerê dijî Îranê û neçarmayîna ku di encamê da hawara xwe bire bavê xwe, û piştî ku mûşekên xurt ên me binkeyên nihênî yên rejîma Israyîlê bi erdê ra kirine yek, nika fermanan dide Amerîakyê ku di muzakireyên tev Îranê da çi bêje û çi nebêje. 

Serepeyv