Cibêlî: Êrîşa li ser medyaya neteweyî destpêka hilweşîna xewna rejîma siyonîst e
Di serdana komek xwendekarên Zanîngeha Tehranê bo avahiya Şîşêyî ya Radiyo û Televîzyona Îranê ku di 16`ê Hezîranê de ji aliyê Rejîma Siyonîst ve rastî êrîşê hat, serokê Radiyo û Televîzyona neteweyî got: Êrişa ser medyaya neteweyî destpêka hilweşîna xewna Rejîma Siyonîst bû.
Pêyman Cibêlî, serokê Radiyo û Televîzyona Îranê, dema ku bi xwendekaran re bû, hebûna wan wekî şehediyek ji bo berxwedan û xweragiriya gelê Îranê û yekîtîya xwendekaran bi Medyaya Neteweyî re nirxand û got: Ev avahî şahidiya hemaseyekî ye ku di 16`ê Hezîranê de di Medyaya Neteweyî de hat afirandin. Yek ji sedemên herî girîng ên êrîşa Rejîma Siyonîst a ser Îranê, têgihîştina wê ya ehmeqane ji reftara gelê Îranê li hember hikûmet û pergalê û geşbîniya wê ya li ser qelişt û valahiya di navbera gel û hikûmetê de bû.
Serokê Radiyo û Televîzyona Îranê bi bîr xist: Rejîma Siyonîst bi wê fikrê êrîşî Îranê kir ku eger fermandarên payebilind jî werin hedefgirtin, ew dikare bi piştgiriya gel bigihîje armanca xwe, lê di halekî da ku bawer nedikir, fêm kir ku ne tenê ew, belke ew kesên ku şîret û analîzên wiha dane jî ehmeq in. Wî destnîşan kir: Êrîşa ser vê avahiyê dê di dîroka şoreşê de xalek werçerxê û nîşana berxwedana neteweya Îranê û têkçûna Rejîma Siyonîst be.