Tîrmeh 08, 2025 22:47 Asia/Tehran

Serokomarê Îranê di hevpeyvîna bi Takêr Karlson, pêşkêşvanê binavdeng ê amerîkî re got: Em li ser maseya muzakireyê bûn. Amerîkayê gotibû me heta dema ku em îznê nedin, Îsraîl wê êriş neke.

Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Îranê li hevpeyvîna bi Takêr Karlson, pêşkêşvanê binavdeng ê amerîkî got: Em li ser maseya muzakireyê bûn. Amerîkayê gotibû me heta dema ku em îznê nedin, Îsraîl wê êriş neke, lê di civîna şeşan de di halekî de ku em hîna jî di halê mjuzakirê de bûn, di piratîkê de bombe avête ser maseya gotûbêjan û dîplomasî ji nav birin.

Mesûd Pizişkiyan, got: Netaniyahu ji sala 1992`an ve ev zihniyeta çêkiriye ku Îran li dû çekên navokî ye. Em qet li dû çekên navokî nebûne, nînin û em ê nebin jî. Eva ferman û fetwayek e ku ji aliyê rêberê giranqedr ê Şoreşê ve hatiye dayîn û ev yeka bi hevkariya me ya bi tevahî bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re hate piştrastkirin, lê mixabin, ev pêvajo ji ber reftarên wan hate astengkirin. Ji ber kiryarên ku rejîma siyonîst bi bikaranîna narewa ji agahiyên vekolînan pêk anîne, hin guman derketine holê. Mixabin, Ajansê êrîşa li ser navendên di bin çavdêriya xwe de, ku me di çarçoveya NPT`yê de qebûl kiribû, şermezar jî nekir. Ev yek di nav gel û qanûndanêrên me de bûye sedema bêbaweriya bi Ajansê re. Divê îzn neyê dayîn ku rejîma Siyonîst şêr bixe nav navçê. Serokomarê Amerîkayê dikare bi kontrol û sînordarkirina Netanyahu dawî li şer û xwînrijandinê bîne. Ev biryar maye ser siyaseta serokomarê Amerîkayê.

Serepeyv