Îran: Zengînkirina biaştî ya oranîyomê dê were parastin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em dê zengînkirina biaştî ya oranîyomê bê guman biparêzin û bidomînin.
Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvînekê da got ku me ji bo pîşeya zengînkirina oranîyomê kedeke zêde daye; zanyarên me jî di vî warî da gellek zehmetî kişandin û ked dan. Ji ber zengînkirina oranîyomê em zêde ji 20 salî ketin ber boykotên zef giran; zanyarên me yên vî warî terror kirin, navendên me yên vê pîşeyê têk dan, lê me dîsan hewil da ku bernama me ya zengînkirinê biaştî bimîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Nika pîşeya zengînkirina oranîyomê idî veguherîye babeteke şanazî û fexra netewî jib o îranîyan. Vê dawîyê jî me ji ber wê şer kir, babeteke zef girîng a din jî ser vê mijarê da hatîye û ew jî şerê danzderojî yê giran bû ku ji ber vê pîşeyê ser welatê me da hat sepandin. Lewma zengînkirina oranîyomê dê bê guman were parastin.