Şerê danzderojî; Mûşekên Îranê li 10 binkeyên istiratejîk ên Israyîlê ketin
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di şerê danzderojî da, mûşekên îranî li 10 binkeyên istratejîk ên Israyîlê ketin.
Rojnama Haarets a sîyonîstan nivîsî ku di êrişên Îranê yên bi mûşekan ser Erdên Dagirbûyî da, mûşek tam li 10 bnkeyên istiratejîk ên Israyîlê ketine.
Vê rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku navendên zanistî û zanîngehên Israyîlê di rastîyê da dezgehên emnî ne ku xizmetên girîng raberî artêşê dikin û pêgirî kir ku ew navend di encama êrişên Îranê yên bi mûşekan da kavil û wêran bûne û xisarên nerasterast ên ku li wan ketine, dê bere bere bên dîyarkirin.
Rojnama Haaretsê herwiha nivîsî ku mûşekên îranî beşên ceribandinê yên zanîngehên Israyîlê nemaze dezgeha lêkolîn û zanistê ya Wayzmen û Zannîgeha Bin Gorîyonê ji nav birine û bayê bi sedan milyon Şêkêl pêka diravê Rejîma Sîyonîst xisar li wan xistine.
Vê dezgeha sîyonîstan pêgirî kir: Zanîngeh û dezgehên zaniest û lêkolînê yên Israyîlê di şerê himber Îranê da veguherîbûn armancên rasterast ên êrişên Îranê yên bi mûşekan ku di encamê da ew navend, dezgeh û avahî bi awayekî giran û berfire wêran bûn û bayê bi sedan milyon Şêkêlî zîyan hema li wan beşana ketîye.
Serokê Civata Serokên Zanîngehên Rejîma Sîyonîst jî amajeyî êrişên deqîq ên Îranê ser dezgeha zanistê ya Wayzmen, Zanîngeha Bên Gorîyon, Zanîngeha Tel Avîv, Zannîgeha Texnîyon û navendên zanistî yên hestyar ên din ên sîyonîstan kir û got: Ji bo cara yekê em bi rastî ketin ber êrişê.
Çavkanîyên ibrî ragihandin ku Dezgeha Wayzmen û 45 ceribîngehên wê di encama êrişên Îranê da wêran bûne û 20 ceribîngeh jî tûşî zîyaneke ciddî bûne.