Îran: Ti gumanek tineye ku Amerîka di êrişan da hevdestê rejîma Israyîlê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355128-Îran_ti_gumanek_tineye_ku_amerîka_di_êrişan_da_hevdestê_rejîma_israyîlê_ye
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY êrişên cinayetkerane û hovane yên Rejîma Sîyonîst ser axa Îranê şermezar kir û ragihand: Li ser hevdestbûna Amerîkayê di wan êrişana da ti şik u gumanek tine.
(last modified 2025-06-15T05:55:48+00:00 )
Hezîran 15, 2025 03:56 Asia/Tehran

Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY êrişên cinayetkerane û hovane yên Rejîma Sîyonîst ser axa Îranê şermezar kir û ragihand: Li ser hevdestbûna Amerîkayê di wan êrişana da ti şik u gumanek tine.

Emîr- Se`îd Îrewanî balyoz û wekîlê dayimî yê Îranê li NY di civîna awarte ya Konseya Emnî ya derbara êrişên rejîma Israyîlê ser Îranê da herwiha got: Hevdestbûn û şirîkatîya Amerîkayê di van êrişên terorîstî da bê şik û guman e. Rayedarên amerîkî bi aşkirayî û bêyî tirs mukur tên ku alîkarîyê didin Rejîma Sîyonîst ji bo pêkannîa cinayetan ji wan veguhestina enqest a çek û rextan bo Rejîma Sîyonîst. Em dê qet ji bîr nekin ku gelê me di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da bi çekên amrîkî tên kuştin.

Îerewanî pêgirî kir: Ew kiryar bi wateya ragihandina şêrr in. Ev, dawîn helboqeya zincîrekiryarên demdirêj, bibelge, neqanûnî, bê-istiqrarker û destdirêjkerane yên rejîma Israyîlê ye; rejîma ku bi hegera piştgirîya zilhêzên piştgirê wê, ji parastîbûna tam himber cezayan sûdmend e.

Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Welatên ku pişta vê rejîmê digirin, nemaze yê di erê wan, divê bizanibin ku şirîkê cinayetên hanê ne.