Hezîran 13, 2025 18:59 Asia/Tehran
  • Deriyên dûjehê dê di demek nêz de ji bo rejîma zarokuj vebin

Fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di peyamekê de ku xitabî fermandarê gişt hêzên çekdar re hatiye şandin, tekezî li ser biryardariya hêzên çekdar ji bo bersivdayîna li Rejîma Siyonîst kir û ragihand: Deriyên dûjehê dê di demek nêz de ji bo rejîma zarokuj vebin.

Serleşker Pakpoûr got: Herwekî ku rêberê giranqedr soz da, di bin tedbîrên aqilane û bihêz de û bi piştgiriya heval û hogirên wêrek ên artêşê û şaxên din ên hêzên çekdar û serbazên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, rejîma sûckar û neqanûnî ya Siyonîst dê rastî çarenûsek tal û bi êş a ku encamên wê mezin û wêranker in, were. Bi palpiştî û alîkarîxwestina ji Xwedayê Teala ji bo bicihanîna soza Îmamê me yê ezîa û ji bo tolhildana xwîna fermande, zanyar û kesên ku xwîna xwe rijandine, Deriyên dûjehê dê di demek nêz de ji bo rejîma zarokuj vebin.

Serepeyv