Hezîran 04, 2025 13:17 Asia/Tehran
  • Desteserkirina şebekeyeke terorîst a DAIŞê li Têhranê

Berdevkê Fermandetîya Hêza Parêzvanê Ewlehîya Bajêr a Têhranê ragihand ku di encama operasyoneke yekîneya dijeterorê da endamên şebekeyeke terorîst a DAIŞê li vî şarî hatin destserkirin.

General Se`îd Muntezir ul Mehdî got: Di çend rojên buhurî da di encama operasyoneke lihevalîyayî û giran da, şebekeyeke xwekuj û terorîst a DAIŞê ku qesda têkderî û bombedanînê hebûn, ji hêla hêzên Fermandetîya Intizamî ya Têhranê û parêzgehên Isfehan, Qum û Elborzê va hatin desteserkirin.

Wî herwiha got: Di encama vê operasyona dijeterorê da hemî 13 endam ji wan serkom, tîmên birêvebir û piştgirîyê û endamên xwekuj û alavên wan ji wan êleg û çenteyê teqandinê hatin destserkirin. 

Serepeyv