Rexneya Îranê ji siyasetên newekhev ên Amerîkayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê siyasetên newekhev û dualî yên Amerîka û welatên Rojavayî derbarê gelên navçeyê û bi taybetî li hember gelê Îranê rexne kir.
Mesûd Pizişkiyan, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Amerîkayê û piştgiriya vî welatî ji rejîma siyonîst û got ku şerê Xezzeyê û cinayetên rejîma siyonîst ku di encamê de zêdetirî 60 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane bi başî rûyê dewekarên mafên mirovan eşkere kiriye.
Serokkomarê Îranê bal kişand ser cinayetên rejîma siyonîst li dijî gelê mezlûm ê Xezzeyê û tekez kir: Heke di navbera welatên îslamî de yekîtî û hevgirtin hebûya, bêguman rejîma siyonîst mecaleke wisa peyda nedikir ku vê astê tundûtûjî û jînosaydê pêk bîne û rewşa aborî û jiyana gelên misilman ewqas lawaz nedima.Pezşekiyan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku hewldanên dijminan ji bo lawazkirina Îranê di 47 salên borî de bêencam bûne û wê di pêşerojê de jî işkestê bixwen.
Tevî komployên dijminên me, em li aştî û aramiyê digerin. Em bi cîranên xwe ji kokekê ne û em bi cîranên xwe re dost in. Bi hezaran sal in ku li ser vê axê rîşe û rehên me hene, lê ew in ku reh û rîş wan tine ye .Lê ew heqaretê li me îraniyan dikin.
Me peymanek biratiyê li gel hemû cîranên xwe heye. Pizişkiyan destnîşan kirin: Wan zanyarên me yên herî baş teror kirin paşê jî ji me re dibêjin terorîst.Îsraîl 60 hezar mirovên bêguneh kuştin û dîsa jî ew qala aştiyê dike.