Xerazî: Îran bihêz e û kes nikare detsdirêjiyê ser welatê me bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354480-xerazî_Îran_bihêz_e_û_kes_nikare_detsdirêjiyê_ser_welatê_me_bike
Serokê Konseya Stratejîk a Siyaseta Derve bi pêgîriya li ser qaweta Îrana îro rojê got: Ger Îran girêdayî welatên biyanî bûya, bê guman ew nedikarî bi awayekî serbixwe tev bigere.
(last modified 2025-05-01T11:28:49+00:00 )
May 01, 2025 11:55 Asia/Tehran
  • Xerazî: Îran bihêz e û kes nikare detsdirêjiyê ser welatê me bike

Serokê Konseya Stratejîk a Siyaseta Derve bi pêgîriya li ser qaweta Îrana îro rojê got: Ger Îran girêdayî welatên biyanî bûya, bê guman ew nedikarî bi awayekî serbixwe tev bigere.

Seyîd Kemal Xerazî, serokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derve ya Îranê, îro di konferansa  rêzgirtina li Roja Neteweyî ya Kendava Farsê got: Îro welatê me welatekî bihêz e û kes nikare êrişî welatê me bike. Ger Îran girêdayî welatên biyanî bûya, bê guman ew nedikarî  bi awayekî serbixwe tev bigere.

Wî destnîşan kir: Desthilat hasil bû  û yên din derbarê vê bihêzbûnê de li xwe mikur tên û ji hêla leşkerî ve Îranê hertim kariye xwe biparêze û li hember biyaniyan raweste. Siyaseta stratejîk hertim ev bûye ku hêza welêt were tesbîtkirin û di bin siya hêza leşkerî de, ji hêza nerm ji bo pêşxistina têkiliyên bi welatên din re sûd were wergirtin.