Tekeziya Îranê ser bêbandorkirina her hewldanek ji bo astengkirina siyaseta wê ya derve
Nîsan 28, 2025 19:47 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Îranê got: Îran têra xwe bihêz e û ji şiyanên xwe piştrast e ku her hewldaneke aktorên biyanî ji bo astengkirina siyaseta xwe ya derve bêbandor bike.
Seyîd Ebas Eraqçî li ser tora X - ê nivîsî: Xewn û xeyala Îsraîlê ku wer dizane ew dikare ji Îranê re dîkte bike ku divê çi bike çi neke ewqas dûrî rastiyê ye ku ne hêjayî bersivdayînê ye.
Wezîrê Derve yê Îranê her wiha got ku bêşermiya Netanyahu balkêş e ku dixwaze ji Serokkomar Trump re dîkte bike ka ew dikare di dîplomasiya xwe ya bi Îranê re çi bike an çi neke!
Eraqçî her wiha got, Em eşkere dibêjin ku Îran têra xwe bihêz e û ji şiyanên xwe piştrast e û em hêvî dikin ku hevtayên me yên amerîkî jî di helwestên xwe de cidî bin.