Nerazîbûna tund a Wekîlê Îranê himber civîna Konseya Emnî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353767-nerazîbûna_tund_a_wekîlê_Îranê_himber_civîna_konseya_emnî
Wekîlê Îranê li NY, civîna Konseya Emnî ya wê rêxistinê ya derbara Bernama Navokî ya Îranê da bi tundî şermezar kir û ew civîna pêngaveke handêr û narewa zanî.
(last modified 2025-03-13T11:27:33+00:00 )
Adar 13, 2025 15:08 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna tund a Wekîlê Îranê himber civîna Konseya Emnî

Wekîlê Îranê li NY, civîna Konseya Emnî ya wê rêxistinê ya derbara Bernama Navokî ya Îranê da bi tundî şermezar kir û ew civîna pêngaveke handêr û narewa zanî.

Emîr- Seîd Îrewanî Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY di civîna Konseya Emnî ya bi mijara ``berfirenekirinê`` têkildarî dosîya navokî ya Îranê da ku bi daxwaza Amerîkayê û hevpeymanên Waşîngtonê hat lidarxistin, pirsên giran derbara armanca vê civînê da hilêxist û got ku ew civîna tam bi armancên sîyasî hat lidarxistin.

Îrewanî, ev civîna cirîdeke sîyasî ya aşkira û sûdwergirtina narewa ji Konseya Emnî ji bo pêşdebirina asrmancên kivşkirî zanî û got ku ew kara bitaluke e û hitbar û cîgeha Konseya Emnî sist dike.

Wekîlê Îranê li NY pêgirî kir ku Îran yê ti ferman û gotineke sepandî qebûl neke. Her hewla ji bo neçarkirina Îranê ji bo qevbûlkirina rêkevtinameyeke nedadmendane, yê pûç derkeve, dîplomasî divê ser bingeha rêzigritna dualî be, ne serpişkîxwazîyê.