Îranê ti têkilîyek bi kêşeya Ukraynê ra tineye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê ti destwerdanekê di kêşeya Ukraynê da nake û pêgirîyê ser helwesta xwe ya neguhêr a neyartîya himberî şêrr dike.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himber gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Fransayê derbara sûdwergirtina Ûrsêtê ji alavên îranî di şerê Ukraynê da, ew dew û doz ret kir û got: dubarekirina buxtannê bi vî rengî ciddînebûna rayedarên Parîsê di warê vegerandina aştî û istiqrarê li Ewrûpa û cîhanê ray ddie.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê ti destwerdanekê di kêşeya Ukraynê da nake û pêgirîyê ser helwesta xwe ya neguhêr a neyartîya himberî şêrr û pêkutîyê ser pêwîstîya bidawîhanîna kêşeyê bi rêya muzakireya alîyên têkildar dike.