Pizişkiyan 12 berhemên zanistî nimandin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya bo bajarên başûr rojavayê parêzgeha Têhranê, serdana pêşangeha berhemên zanistî yên şîrketên li Parka Zanist û Teknolojiyê ya Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşesaziya Îranê li Ehmedabada Mostûfî ya şaristana Îslamşehrê kir.
Dr.Masûd Pişikiyan ku di beşa duyem a serdana hikûmeta Wifaqa Neteweyî bo bajarên parêzgeha Tehranê, giheşte Îslamşehrê, serdana pêşangeha berhemên şîrketên zanistî li Parka Zanist û Teknolojiyê ya Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşesaziya Îranê li Ehmedabada Mostofî ya bajarê Îslamşehrê kir û 12 berhemên nû yên zanistî yên van kompaniyan nimandin..Di vê serdanê de, Dr. Simayî Serraf wezîrê zanist, lêkolîn û teknolojiyê û Dr.Eliriza Eşûrî serokê Rêxistina lêkolînên zanistî û pîşesazî ya Îranê, di vê serdanê de hevrêtiya serokkomar kirin.