Sibat 22, 2025 20:15 Asia/Tehran

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina digel wezîr, cîgir û rêvebirên wezareta Îtilaata Îranê, kombûnên dijî sîyonîstan li rojava mînaka eşkerebûna îradeya îlahî da zanîn.

Hezretê ayetulah Xamineyî Rêberê  Şoreşa  Îslamî ya Îranê li hevdîtina  wezîr, cîgir û rêvebirên Wezareta Îtilaata Îranê,  parastina moral û nêrîna inqilabî li wezareta Îtilaatê di dereqa çendîn salan, ji taybetmendî û puenên vê wezaretxanê da zanîn û tekez kir :Wezareta Îtilaatê komeke bi rastî şoreşgêr û girêdayî şoreşê ye û çawa ku endamên berê yên wezaretê şoreşgêr man hêzên wê yên nû jî li ser rêya şoreşê dimeşin, ku ev yek  neimetekî mezin e.

Wî her wiha tekezî ser hevkarî û hevahengiya dezgehên îtilaatî bi hev re li hemû astan, baldariya taybet a  komên  îtilaatî bo  paqijkirina exlaqê kir û meselên menewyî jî giring û pêwîst dan zanîn .

Îmam Xamineyî di beşeke din ji axaftinên xwe de geşatiya şoregêrane li  meşa 22 behmanê û hatina ciwan û nûcîvanan bo berevaniya ji  şoreşê tevî dijminatiya mezin li dijî pergala Îslamî nîşana îradeya Xwedê ji bo pêşketina Îslamê di çarçoveya Komara Îslamî  da zanîn û got: Nimûneyeke din a eşkerebûna îradeya îlahî, kombûnên li dijî siyonîstan li Ewropa û heta Emerîkayê û zêdebûna berçav a piştgiriya raya giştî ya cîhanî ji gelê Filistînê ye.Di destpêka vê hevdîtinê de Wezîrê Îtilaatê yê Îranê Hucetulislam Welmuslimîn Xetîb raportek li ser kar û bernameyên vê wezaretê derheq  bêbandorkirina gefên ewlehî û derbeyên li  serwîsên  sîxoriyê yên dijmin xist rojevê.

Serepeyv