Sibat 18, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Îran di bin zext û gefê da muzakirê nake

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, zexta herî zêde qet bandor li Îranê nekirîye û biryarnameyên dijî Îranê jî bi kêr nehatine.

Seyîd Ebas Iraqçî got: Eger bi xelkê Îranê re bi zimanê kerametê were axiftin hema bi wî zimanî jî dê bersiva wan were dayîn. Em ê di bin gefan de gotûbêj nekin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser axiftinên Girûsî got: Em bi Girûsî re di halê şêwirînê da ne. Konseya Hikimdaran a Ajansê ji wî xwestiye raporeka giştalî bide û ev kara giran û zehmet e. Ez hêvîdar im Ajans ji rêya xwe ya teknîkî dernekeve.

Serepeyv