Avakirina lêjneya taybet bi tranzîtê di navbera Îran û Iraqê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353371-avakirina_lêjneya_taybet_bi_tranzîtê_di_navbera_Îran_û_iraqê_da
Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê û Wezîrê Tiranzîtê yê Iraqê dawîn alûgurên têkildarî proja rêya hesin a Şelemçe- Besrê hilkolandin û li ser pêkanîna lêjneya taybet bi veguhestinê di navbera her du welatan da lihev kirin.
(last modified 2025-02-13T10:52:08+00:00 )
Sibat 13, 2025 14:52 Asia/Tehran
  • Avakirina lêjneya taybet bi tranzîtê di navbera Îran û Iraqê da

Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê û Wezîrê Tiranzîtê yê Iraqê dawîn alûgurên têkildarî proja rêya hesin a Şelemçe- Besrê hilkolandin û li ser pêkanîna lêjneya taybet bi veguhestinê di navbera her du welatan da lihev kirin.

Rezaq Mehîbes Se`dawî Wezîrê Tiranzîtê yê Iraqê li rex civîna 87an a Lêjneya Tiranzîta Navxweyî da ku li Jenevê hat lidarxistin, bi Ferzane Sadiq- Malwacêrd Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê re hevdîtin pêk anî. 

Her du wezîran di vê hevdîtinê da projên hevpar ên her du welatan di warê veguhestinê û rêyên pêşxistina hevkarîyên her du welatan hilkolandin.

Karê avakirina rawestgeh rêya hesin a Şelemçe- Besreyê 3 hefteyan berî nika bi amadebûna Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê li Abadanê dest pê bû.