Pişikdarîya hemasî ya niştecîyên Têhranê di cejna salvegera serketina Şoreşa Islamî de
Di halekî da ku îro danê sibê hewa li Têhranê pillekê di bin sifrê da bû jî, girseya pirrcoş a gel bi awayên takekesî û malbatî bera xwe da Meydana Azadî ya bajêr û di merasimeke taybet a salvegera serketina Şoreşa Islamî pîroz kir.
Niştecîyên Têhranê hevgavê seranserê Îrana islamî di salvegera 46an a serketina Şoreşa Islamî da hemaseyeke din afirandin. Bi awayekî ku îro danê sibê hewa li Têhranê pillekê di bin sifrê da bû, lê girseya pirrcoş a gel bi awayên takekesî û malbatî bera xwe da Meydana Azadî ya bajêr û di merasimeke taybet a salvegera serketina Şoreşa Islamî pîroz kir.
Ev merasima hevgavê Têhrana paytext li 1400 hermê û bajêran û zêde ji 3500 gundên welêt hat lidarxistin.
Zêde ji 200 nûçegîhan û kameramenên medyayên bîyanî yên li Îranê û zêde ji 7 hezar xebatkarên medyayên navxweyî bi nûçe û raporan bala xwe dan vê meşa pirrcoş.