Çile 29, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Bingeha peywendiya bi Amerîkayê re bêbawerî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê muzakireya muhtemel a bi Amerîkayê re got: Ji ber ku peymana berê ji aliyê Amerîkayê ve hat binpêkirin, niha bingha peywendiyan bêbawerî ye.

Seyîd Ebas Eraqçî derbarê muzakireya muhtemel a Îranê bi Amerîkayê re got: Me berê jî li hev kiribû û wan  ev rêkeftin binpê kirin û niha  jî peywendî ser bingeha bêbaweriyê ye û ev bawerî bi  peyvên baş çênabin û divê em li kiryarê binêrin.  Wezîrê Karên derve yê Îranê di dewamê de jî bal kişand ser vê yekê ku  gotûbêja Îranê bi Ewropayê re berdewam e û Tehran li benda helwestên aliyê din e û got: ger em bighêjin encamê  muzakire dê  bi awayekî  beramber pêk were.

 Eraqçî di bersiva pirsekê de derbarê sefera xwe ya vê dawiyê ya  bo Efxanistanê diyar kir Efxanistan cîranê me ye û gelek pirsgirêk  ji mijara avê bigire heta welatiyên biyanî û ewlehiya sînor û bazirganiyê di navbera her du welatan de hene.

Serepeyv