Çile 20, 2025 17:12 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê derbarê şiyanên berevanî û leşkerî yên xwe de bi ti aliyekî re gotûbêj nekiriye û dê neke jî.

Îsmaîl Beqayî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê li civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane li bersiva pirsyarekê li bara nûçeyên medyaya rojavayî derheq vê yekê ku Ewropa li muzakirên Jinêvê daxwaza  muzakireya li ser mûşekên balistîk ên Îranê kiriye, got: Komara Îslamî ya Îranê li ser şiyanên xwe yên berevanî û leşkerî bi ti aliyekî re gotûbêj nekiriye û nake jî û ji xwe gelê Îranê rê nade ti kes û komekê ku danûstandinekek bi vî rengî bike. Ev mijar eger ketibin rojevê jî, bersiva xwe wergirtine û helwesta me jî zelal e.

Beqayî  di berteka li himber girbesa li Xezzeyê jî got: Welatên navçê û xelkê navçê dersên gelek girîng û zelal ji alûgurên sala borî li  navçê wergirtine. Wî got ku bêyî piştgirîya Amerîka û hejmarek ji welatên rojavayî ev cinayet nedihatin kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Tişta ku di dawiyê de hasil bû işkest û serşoriyeke tam jibo  rejîma dagirker bû .Tişta ku giring û kêrhatî bû berxwedana gelê Filistînê bû. Berxwedana ku ji hundir ve têkoşîn dikir û ne girêdayî kes û komeke bû û ev jî  mizgînek  bû ji bo siberoja herêmê û alûgurên li Filistînê.

Serepeyv