Îranê hevxemiya xwe ligel mexdûrên Kalîforniyayê ragihand
Çile 12, 2025 19:13 Asia/Tehran
Rayedarên îranê li dû agirpêketina berfireh a li Kalîforniyayê, hevxemiya xwe ligel xelkê van navçeyan diyar kirin.
Alîkarê yekem ê serokomar û berdevkê desteya wezîran a Îranê jî bi peyamên cida di vî warî da xwe şirîkê xema niştecihên deverên mezdûrê agirpêketinê zanîn. Serokê Komeleya Hîva Sor a Îranê jî bi şandina peyamekê bo serokê Xaça Sor a Amerîkayê ji bilî dîyarkirina hevxemiya ligel malbata gorî û mexdûrên agirpêketina berfire ya li Losancilêsê, amadetiya Îranê ji bo şandina alîkariyên mirovdostane bo vî welatî ragihand.