Çile 10, 2025 18:34 Asia/Tehran
  • Selamî: Bi zûtirkê dê bajarokên mûşek û xwofirrên Îranê bên nimandin

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dîyar kir ku Îran roja îro di warê mûşek, xwofirr û paporan da xwedîyê şîyaneke ecêb e û got: Bi zûtirkê dê bajarokên mûşek û xwofirrên Îranê bên nimandin.

Serdar General Selamî herwiha got: Roja îro ku em bi saya hişê çêkirî xwedîyê şîyana lêdana armancên li bi hezaran kîlometre dûratîyê ne, xurttir in. Herwiha kontrolkirina ewlehîya abor û enerjîya cîhanê herîkêm beşeke girîng a abor û enerjîya cîhanê di destê me da ye. 

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dîyar kir ku Îran roja îro di warê mûşek, xwofirr û paporan da xwedîyê şîyaneke ecêb e û me ti kêmasî tineye û got: Bi zûtirkê dê bajarokên mûşek û xwofirrên Îranê bên nimandin û her kes dê mezinatî û kûratîya nedîyar a hêz û şîayan Îranê bibîne.

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dîyar kir ku zorbêj li her war û welatekî misilmana bi cih dibin, wir ji nav dibin û pêgirî kir: Divê misilmanên navçeyê himber dijminan şîyar bin.

Serepeyv