Îran: Peywendiya me bi tevgera desthilatdar li Sûriyê ra tine
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Em ji mêjve bi liv û tevgerên dijber li Sûriyê re di nava têkiliyê de bûn û me got ku ketina Îranê nav Sûriyê ji bo girtina pêşiya pêşveçûna DAIŞê û belavbûna terorîzmê bo welatên navçeyê bû lê tu têkiliyeke me rasterast bi tevgera desthilatdar li Sûriyê ra tine.
Îsmaîl Beqayî karûbarên navxweyî yên Sûriyê girêdayî xelkê vî welatî da zanîn û diyar kir:Destwerdanên Amerîkayê di nav karûbarên welatên din de ji bilî bêewlehiyê tu encamek wê din tinebûye.Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha derbarê rakirina xelata Amerîkayê ya ji bo girtina Ebû Mihemed El-Colanî, fermandê koma çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam de got:Tecrûbê nîşan daye ku terorîsm û lîsta îdiakirî ya Amerîkayê di vî warî de emrazek ji bo bidestxistina armancên Koşka Spî bûye, Kiryara ku ji babeta hiqûqê tu erzişa wê tine û bi tenê nîşana pîvana newekhev a Waşengtonê yeBeqayî herwiha got: Girîng e Sûriye nebe cihek jibo geşatiya terorîzmê û hemû welat bighêjin wê encamê ku her cure bêewlehiyek li welatên herêmê dê bipekin welatên din ên navçeyê jî.