Redkirina îdiayên bêbingeh û bixerez ên Îngilîs û Awûstraliayê ji aliyê Îranê ve
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, îdiayên ku di daxuyaniya hevpar a wezîrên karên derve û berevaniya Awûstraliya û Îngilîsê de li ser Îranê hatine raberkirin, nerast û pûç dan zanîn.
Îsmaîl Beqayî, roja Îniyê di helwêsteka medyayî da bi bîrxistina piştgîriyên berdewam ên Îngilîs û Awûstraliyayê ji kiryarên neqanûnî, cinayet û êrişên Rejîma Siyonîst li Filistîna Dagirkirî û navçeya Rojavaya Asiyayê, helwêsta yekalî û alîgir a wan li hember operasiyona berevaniya Îranê piştî destdirêjiya Rejîma Îsraîlê ser balyozxaneya Îranê li Şamê sedema şermê da zanîn û pêgîrî kir: Operasiyona berevaniya Îranê di çarçoveya Wadeya Sadiq a 1`ê û Wadeya Sadiq a 2`ê tam anegorî xala berevaniya rewa ya mafên navnetewî û rêziknameya NY pêk hatiye.
Beqayî herwiha got: Kok û sedema sereke ya bê istiqrariya li navçeya rojavaya Asiyayê, dewama dagirkirî û pawanxwaziya Rejîam Siyonîst e ku hertim bi piştgîriya giştalî ya Amerîka, Îngilîs û Awûsturaliyayê û hin welatên din ên rojavayî pêk hatine û di 14 mehên buhurî da di çarçoveya jînûsayda xelkê Filistînê û êrişa ser Libnan û Sûriye û Yemenê berdewam bûye. Bêguman Îngilîs, Awûstraliya û piştgirên din ên vê rejîmê wekî şirîk û hevgirtiyê cinayetên qirêj ên Îsraîlê, divê werin cezakirin.