Kanûn 18, 2024 18:05 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê çû Qahirê

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi merema beşdarbûna di Civîna Yanzdan a Serokên 8 welatên islamî yên di halê pêşketinê nasyar bi D8ê da, ji Têhranê çû Qahireya paytexta Misrê.

Mesûd Pêzêşkîyan berî ku ji Têhranê va ber bi Qahirê bi rê bikeve, dîyar kir ku Îran endamê çalak ê Koma D8ê ye û got: Civînên di vê astê da û bi vî awayî ji bo dîplomasîya çalak ku bikare welatên islamî ji hêlên aborî, sîyasî, çandî û civakî nêzîktirî hev bikin, di peywendîyên di navbera me û welatên navçê da û veguhestina ezmûnan gellekî kêrhatî ne. 

Wî herwha got ku çiqasî em bikaribin peywendîyên xwe yên digel welatên islamî baştir û zêdetir bikin, dê baştir bikaribin komployên dijminan pûç bikin. 

Mesûd Pêzêşkîyna di vê seredanê da bilî beşdarbûna di civîna Serokên D8ê da, yê bi hin serok û rayedarên welatên beşdar di vê civînê ra jî bicive û basa meseleyên dualî, herêmî û cîhanî bike. 

Civîna Yanzdan a Serokên 8 welatên islamî yên di halê pêşketinê nasyar bi D8ê ku Îran, Tirkîye, Misr, Pakistan, Endonezî, Nîcerîye, Malezî û Bengiladeşê digire ber xwe, yê sibê bi amadebûna Serokomarên wan 8 welatana were lidarxistin.

Serepeyv