Eraqçî: Bûyerên vê dawiyê yên li Sûriyê gere ku nebe sedema işkesta saziya hikûmeta neteweyî li vî welatî
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Rêya derketina ji astengiya niha li Sûriyê parastina hevgirtin û morela jiyana bi şaitî di navbera ewladên vî welatî bi rêya hilbijartinên azad ji bo kivşkirina çarenivîsa paşeroja vî welatî bi destê hemû çîn û qatên wê ye.
Seyîd Ebas Eraqçî di nivîsekê li rojnameya El-Exbar a Lubnanê de wiha nivîsî:
Li gor rewşa niha ya Şamat û Filistînê, cîhana îslamê pir dilnigeranê paşeroja herêma Rojavayê Asyayê ye.
Xelkê vê erdnîgariyê bi sedan salî di diyarkirina çarenivîsa siyasî ya cîhana Îslamê de roleke wan bingehîn hebûne û hene. Ev çend dehek in jiber paşguhkirna mafên wan ên serweriyê di encama veguhestina kirîza Cihû-Xiristiyanî ya li Ewrûpaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbeyên giran dîtine.
Eraqçî di dwamê de jî nivîsiye: Rejîma Îsraîl bi salan erdên Filistînê dagir kiriye û peymanên navneteweyî binpê kiriye yekperçetiya axê û ser weriya neteweyî ya welatên cîrê Filistîan dagirbûyî binpê kiriye û cinayetên bi xof ên mîna Holokastê û hovîtîyên Nexweşxaneya Şuhedaya El-Eqsayê di 14ê Cotmeha 2024an de nimûneya nûjen a jînosayda naziyan li kampa Xezeyê ye. Niha jî em bûye şehedê destdirêjiya Îsraîlê ser xaka welatekê ku di hundurê xwe de bi mesela işkesta hikûmetekê û derketina hikûmeteke din rûbirû ye.