Kanûn 11, 2024 18:10 Asia/Tehran

Rêberê Înqilaba Îslamî bi şirovekirina qatên curbicur ên bûyerên Sûriyê, ravekirina mantiqê hebûna Îranê li vî welatî, şirovekirina pêvajoya pêşerojê ya alûgorên navçê û bilêvkirina ders û ibretên bûyerên li Sûriyê, destnîşan kir: Ev bûyer berhema pilaneke amerîkî- Siyonîst e.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê Şoreşa Îslamî, li hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên xelkê Îranê got: Bûyerên Sûriyê berhema odeya fermandariya hevpar a Amerîka û Rejîma Siyonîst e û berferehiya berxwedanê dê bi peydakirina hêz û morala zêdetir li hember zext û cinayetan, tevahiya navçê bigire ber xwe. Wî amaje bi rola eşkere ya hikûmeteka cînar a Sûriyê di bûyerên vî welatî de kir û got: Tevî vî yekî jî gelek belge hene ku nîşan didin ku komploger, pîlangêr û odeya sereke ya fermandariyê, Amerîka û Rejîma Siyonîst in. Rêberê Şoreşa Îslamî seredariya siyonîst û amerîkiyan bi bûyerên vê dawiyê yên Sûriyê de yek ji van belgeyan bi nav kir û got: Eger ew ne plansazên bûyerên Sûriyê bûna, çima berovajî welatên din bêdeng nebûn û bi bombebarankirina bi sedan navendên binesaziyê, balafirgeh, navendên lêkolînê, navendên perwerdeya zanistî û deverên din ên Sûriyê, rastî destwerdana bûyerên niha hatin? di piratîkê da xwe têkilî bûyerên nika kirin?

Hezretê ayetullah Xamineyî armancên dagirkirên ku dixwazin axa Sûriyê ji bakur û başûr bi dest bixin cuda dan zanîn û got: Di vê navberê de Amerîka hewl dide ku şûnpiyê xwe qahêm bike, lê dem dê nîşan bide ku ti yek ji wan nagihîjin armancên xwe û bêşik dê deverên dagirkirî yên Sûriyê bi destê ciwanên egîd ên sûrî bên rizgarkirin. Wî di ronîkirina pêvajoya alûgorên pêşerojê yên li herêmê de, bal kişand ser wê yekê ku Amerîka wê bi îzna Xweda bi destê bereya Berxwedanê ji navçê bê derxistin û got: Kolonyalîst difikirin ku bereya berxwedanê piştî rûxandina hukûmeta sûrî ya ku alîgirê berxwedanê bû lawaz bûye, lê ew pir şaş difikirin; Ji ber ku ew di rastiyê da têgihîştineka dirust ji Berxwedan û bereya berxwedanê tinene.

Rêberê Şoreşa Îslamî, bihêztirbûna Hizbullah, Hemas, Cîhada Îslamî û hêzên din ên filistînî di bin zextên di van 14 mehên dawiyê da, nîşana vê rastiyê dan zanîn û herwiha got: Zexta dijwariyan û ji destdana Seyîd Hesen Nesrullah pirr giran bû lê hêz û mistê Hizbullahê qahêmtir bû û dijmin jî bi dîtina vê rastiyê li dû agirbesê ket.

Hesretê ayetullah Xamineyî bi pêgîriya li ser viya ku giştalîbûna berfiretiya Berxwedanê di gişt navçê da, wê encama webirr a zext û cinayetên dijmin be, û got: Bila ev analîzorê nezan û ne agah ku van bûyeran sedema lawazbûna Îranê dizane, bizanibe ku Îran bihêz e û wê bihêztir jî bibe.

Rêberê Şoreşa îslamî di dawiya axiftina xwe da gelê Îranê amadeyî xebatê da zanîn û pêgîrî kir: Bi alîkariya Xwedê, wê koka siyonîsmê û kirêgirtiyên pîs ên welatên rojavayî di vê navçeyê da were birrîn.

Serepeyv