Kanûn 07, 2024 18:56 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Îran dê piştgiriya Sûriyê berdewam bike

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku wî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re rasterast û zelal gotûbêj kiriye û tekezî kir ku Îran yê piştgiriya xwe ji gel û hikûmeta Sûriyê berdewam bike.

Seyîd Ebas Eraqçî îro li kêleka civîna Doha Fromê got: Min bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re  hevdîtin  pêk anî  û  civîneke  bi hûrî û kûrî jî bi mîrê Qeterê re  hebû û mijara sereke ya her du civînên min  alûgurên Sûriyê û  mijarên têkildarî  wê bûn. ji wan eva ku divê ji çi rêyekê bona piştgiriya gelê Sûriyê, parastina yekperçetiya axê  ya vî welatî û girtina pêşiya  dûhatên muhtemel ên her cure alûgurekê li navçê bikevin tevgerê.

Wezîrê Derve yê Îranê   got ku  em niha di qonaxekê de ne ku hemû di halê rawêjkariyê ne û zû ye ku em biryarê bidin. Alûgurên meydanî pir bi lez diqewmin û rewş tim diguhere. Eraqçî berdewam kir: Em ê piştgiriya gel û hikûmeta  Sûriyê berdewam bikin.

Niha hevkêşeyeke siyasî di rojevê de ye ku divê em rola xwe têde hebe û niha em derbarê wê rawêjkariyê dikin. Wî her wiha got:

Di navbera welatên navçeyê dilnigeranî û berjewendiyên hevpar  derbarê Sûriyê de hene û em ser wan kar dikin.

Serepeyv