Kanûn 06, 2024 17:15 Asia/Tehran
  • Berteka wezareta karên derve ya Îranê li hember îdiayên dijî Îranê yên Firansayê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got, diyarkirina dilnîgeraniya serokomarê Firansayê li bara şiyana mûşrkî yan çalakiyên aştiyane yên navokî yên Îranê ti bingeheka bi mantiq tineye.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek bersiva li hember îdiayên Êmanoêl Mekron, serokomarê Firansayê li bara şiyana mûşrkî yan çalakiyên aştiyane yên navokî yên Îranê, li ser girtina ber xwe ya nihêrîneka serbixwe û kêrhatî ya serokomarê Firansayê ji bo alîkariya li aştî û istiqrara navnetewî pêgîrî kir.

Beqayî amajeyî vî yekî kir ku şiyana mûşekî ya Îranê di çarçoveya siyaseta berevaniyê û bona serêxwegirtina mafê zatî yê berevaniya rewa li hember her cure destdirêjiyekê bona parastina ewlehiya netewî ya Îranê û parastina aştî û istiqrara navçeyî pêwîst e û dubarebûna dilnîgeraniyên bêbingeh li ser bernama aştiyane ya navokî ya îranê, ev jî ji aliyê welatekî ku bixwe gelek çekên komkujiyê hene, durûtî dan zanîn û got ku nayên qebûlkirin.

Serepeyv