Gotûbêja Beşar Esed bi Pizişkiyan re derbarê alûgurên Sûriyê
Nivîsgeha serokkomariya Sûriyê derbarê gotûbêja bi rêya telefonê ya Beşar Esed û Mesûd Pizişkiyan derbarê dawîn alûgurên vî welatî agahî da.
Di vê gotûbêja bi rêya telefonê de serokkomarê Sûriyê derbarê dawîn alûgurên ewlehiyê li vî welatî û her wiha hevkariya dualî di warê rawestana li ber terorîzmê de axivî.
Di vê gotûbêjê de Beşar Esed tekez kir: Kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li Sûriyê, armancên giringtir di çarçoveya hilweşandina navçeyê, alozkirina welatên wê û her wiha vejiyandina dubare ya plana Rojhilata Navîn li gor berjewendî û armancên Amerîka û Rojava dişopîne.
Mesûd Pizişkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî ser dijberiya cidî ya Îranê li himber derbelêxistina li yekrêzî û aramiya li Sûriyê tekez kir û got: Derbelêxistian li yekrêzî û yekperçetiya Sûriyê ji xwe êrişa ser navçeyê û aramî û ewlehiya welatan tê hesab.