Îran: Kok û armancên terorîstan li Sûriyê nehatiye guhertin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Reftara komên têrorîst ne mîna berê ye, lê kok û armanca wan nehatiye guhertin.
Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftiyê de bal kişand ser bûyertên terorîstî li Sûriyê û got: Reftara komên terorîst ne mîna berê ye lê kok û armanca wan neguheriye û tekfîr ji prensîbên wan ên bingehîn e.
Beqayî alozbûna alûgurên Sûriyê ji ber dirêjbûna qeyrana vî welatî da zanîn û bal kişand ser wê yekê ku armanca Rejîma Siyonîst ji piştgiriya terorîstan, bêewlehkirina navçê û vejiyandina mesela bêtifaqiyê di navbera welatên islamî de ye û got : Vê carê welatên îslamî hişyar in û pêwîstiya zimanekî hevpar ji bo rawestana li ber gefên terorîzmê ji her demê zêdetir xwe nîşan dide.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Hevgavbûna agirbesa li Lubnanê û gotinên emerîkiyan ku gotine tu metirsiya terorîstan li dijî Amerîkayê tune ye, nîşana curekî hevkariya terorîstan bi Îsraîlê û Amerîkayê re bona zêdekirina qeyrana li Sûriyê ye.