Wezîrê niftê yê Îranê: Komara Îslamî ya Îranê jibo firotin û hinartina niftê tu dilnigeranî tine
Wezîrê niftê yê Îranê got: Îran di warê firotin û hinartina niftê de tu dilnigeranî tine.
Mohsin Paknijad wezîrê niftê yê Îranê di hevpeyvînekê de li bersiva pirsekê derbarê wê yekê de ku bi hatina Donald Trump serokkomarê nû yê Amerîkayê, dê ast û kuwalîteya firotina nifta Îranê biguhere yan na? got: Wezareta niftê ya Komara Islamî ya Îranê bi palpiştiya personelên xwe di beşa karûbarên navneteweyî de, tu xem û fukarek di warê firotin û hinartina niftê de tineye.
Muhsin Paknijad her wiha got: Îran hewl dide li civîna dahatî ya OPEC û OPEC Plus ê de li Otrîşê tu berbendekê di warê kêmkirina berhemanîna niftê de qebûl neke û di rewşa ku em niha têde ne, emê pişka xwe li bazara nidtê biparêzin. Komara Îslamî ya Îranê tevî boykotên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên rojavayî, firotina niftê li bazarên cîhanê zêde kiriye û mişterî û bikirrên nû jî peyda kirine.