Pêgîriya li ser bersiva Îranê li hember siyonîstan di dem û şiklê guncaw de
Wezîrê karên derve yê Îranê, amaje bi êrîşa vê dawiyê ya Rejîma Israîlê ser Îranê kir û got: Komara Îslamî ji mafê xwe yê berteknîşandayînê derbas nebûye û dê di dema xwe de û bi şêwazeke guncaw bersiva vê êrişê bide.
Seyîd Ebas Iraqçî, di kombûna fermandar û karmendên erkantiya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî de got: Îranê bi fermî ji civaka navneteweyî re ragihand ku êrîşa vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst ser Îranê êrişeke nû ye û hêjayî bersivdayînê ye.
Wî bal kişande ser dema cîbicîkirina operasyona Sadiq a 3`ê û herwiha got: Îranê bi taybet di heyama 12 mehên derbasbûyî de gelek jîr û bi feraset tev geriyaye û biryarên wê jî li ser kelecanê nebûne. Heman tişt dê ji bo operasiyona Sadeqa 3`ê jî bibe. Wezîrê karên derve yê Îranê, diyar kir ku tişta rê li ber şer digire, amadekariya ji bo şêr e û got: Pirr girîng e ku di şert û mercên şêr de em bi hêz û qawet bisekinin.