Serfermandarê Sipahê: Em ê tolê hilînin, çaverê bin
Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî îro di meşqa berfire ya rezmî- emnî ya Nesrullah da got: Heta dema ku Besîc ango hêzên seferberîya gelanî ku girseyeke bêbin e berevanîya dînê islamê û Îranê dike, ti hêzek nikare hibmer vî çemê xumxumî yê cihad û bawerîyê ber xwe bide.
Serdar Selamî herwiha got: Dema hûn li meydanê ne, dijmin neçar e ku meydanê biterikîne. Meseleya sekinîna me hibmerî dijmin, sekinîna nûrê himber tarîtîyê ye, li her dera ku ronahî hebe, tarîtî nabe. Dijmin di halê hilanîna tola wan derbeyan e ku we li wan da. Hûn fikir dikin ku Hizbullah bi şehîdbûna rêberê wê yan bi şehîdbûna fermandeyên wê û yan şehîdbûna hejmareke zêde ya ciwanên wê, yê ji meydanê derkeve?
Lê renge we bawer nedikir ku ev bereya berfire û giran, ne ya temirandin û bidawîhatinê ye. Em di nav çavên we da mêze dikin û dê heta dawîyê himberî we şêrr bikin û rê nadin ku hûn çarenûsa misilmanan bigirin destê xwe. Em dê tolê hilînin. Hûn dê tûş derbeyên giran bibin, çaverê bin.