Rêberê inqilabê: Rejîma Siyonîst û Amerîka dê bersiveke tund û vebirr werbigrin
Rêberê Inqilaba Îslamî bi şirovekirina hegerên sereke yên têkoşîna 70 salî ya gelê Îranê li himber zilm û zêdegaviyên Amerîkayê tekez kir: Di vê rêya serbilindiyê de,Rejîma Siyonîst û Amerîka li bersiva her kiryarekek dijî gelê Îranê de, dê bersivkeke qahêm werbigrin.
Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li hevdîtina bi hezaran xwendevan û xwendekarên Îranê, têkoşîna gelê Îranê li himber mêtingeriyê karekî berdewam di çarçoveya jiyana gel de bi nav kir û tekez kir:
Bila hemû bizanin ku di vê têkoşînê de her kiryareke pêîwst ya leşkerî, çek û sîlehî û siyasî jibo amadetiya gelê Îranê bê kirin, berpir a niha jî mijûlê van karan in û tevgera giştî ya gel û berpisran bona rawestana li ber mêtingeriya cîhanî û sîstema cinayetkar a serdest ser pergala cîhanî ya îro rojê,tvgereke maqûl û ser esasa ol û şeri û exlaq û rêzikên navdewletî ye û gel û berpirs dê di vê rêyê de sistiyê nekin.
Rêberê inqilabê, daxûyaniya hejmareke zêde ya encumenên zanistî yên xwandekarên Amerîkayê li dijî çand û şaristanyeta rojava û kiryarên Emerîkayê û berevaniya wan ji welatan û gelên mezlûm nîşanekek din ji serketin û pêşketina tevgera rawestana li ber îstikbarê da zanîn û got: Ev têkoşîn wê roj bi roj gurtir bibe û gelê Îranê û gelên bindest û bereya berxwedanê jî teqez wê pêşde bikevin.
Hezretê ayetulah Xamineyî, cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li Xezeyê û kuştina 50 hezar kesan ku piraniya wan jin û zarok in û karesatên niha li Lubnanê, ku hemû bi piştgirî û hevkariya leşkerî û siyasî ya eşkere ya Amerîkayê di halê cihhatinê ne sedema riswatiya îdiayên wan ên derbarê mafên mirovan da zanîn û got: Îro cîhan fêm kiriye ku dewekarên cinayetkar ên mafên mirovan ku mirovên mezin yên mîna Nesrullah, Heniye û Suêymanî terorîst bi nav dikin,bi xwe bandên terorîst û cinayetkar in. Îmam Xamineyî, ezîzbûna gelê Îranê li cem raya giştî ya cîhanê tevî hewildanên berfireh ên dezgehên ragihandinê yên rejîma serdetîxwza, nîşana bibandorbûna têkoşîna serketî û maqûl ya komara îslamî ya Îranê da zanîn û got:
Eva ku piştî operasyona Weideya Sadiq gel li li kûçe û kolanên welatên curbicur kêfxweşiyê dikin yanê tevgera gelê Îranê ji aliyê mantiqê navneteweyî û helbet mentiqê îslamî û Quranê ve hatiye qebûlkirin.Rêberê Înqilaba Îslamî di dawiyê de jî diyar kir: Bi îzna Xwedê bi vê tevgera Îslamî û însanî, gelê Îranê û bereya berxwedanê dê cih û şûna xwe di cîhanê de peyda bike û teqez dê dijminan işkest bide.