Cotmeh 28, 2024 17:37 Asia/Tehran
  • Tekeziya Îranê ser bersiva Îranê ya vebirr ji Rejîma Siyonîst re

Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê bal kişand ser muhasibe û serederiya şaş a Rejîma Siyonîst di warê êrişa ser Îranê û ser bersiva vebirr bo vê rejîmê tekez kir.

 Îsmaîl Beqayî got: Tu carî  bi dû şer nebûye lê di warê berevaniya li xwe tu şik û gumanek tinebe û ev mesele di şerê heşt salî jî nîşan dan.

 Berdevjê Wezareta Navxweî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dîplomasî û meydan hev nakemlînin û destnîşan kir, navçe gihêştiye vê encamê ku divê li himber cinayetên Rejîma Siyonîst bertek helwêsta xwe hebin û ji giştan re zelal û eşkere ye ku Îranê dê ji mafê xwe yê dayîna bersiva Destdirêjiya Rejîma Siyonîst paşde venekişe û eva mafek e ku  li gor mafên navdewletî heye cuda ji gotinên ku tê kirin em di bersiva xwe de cidî ne. Beqayî her wiha got: Hemû rawêjkariyên ku di heftiyên derbasbûyî de ji aliyê Wezîrê karên derve yê Îranê ve cih hat ser tekeziya demlidest a cinayetên Rejîam siyonîst li Xeze û Lubnanê, seferberkirina civaka cîhanî ibo alîkariya bo awareyan û hewildana jibo berpirsiyarkirina wê rejîmê bû ji ber ku em di vê baweriyê de ne ku mehmekenekirina vê rejîmê sedema sereke ya rûçirrbûna vê rejîmê ye. Îsmaîl Beqayî hegera rûçirrbûna Rejîma Siyonîst piştgiriyên bê reje yên Amerîkayê da zanîn û got: Divê rayedarên Amerîkayê bi rawestandina piştgiriyên ek û sîlehî, îstixbaratî û siaysî ji Rejîma Siyonîst, pêşiya vê rejîmê bigrin û wê hefsar bikin.

 

Serepeyv