Cotmeh 28, 2024 16:37 Asia/Tehran

Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Îranê di beşa hiqûq û navdewletî de tekezî ser kiryarên hiqûqî jibo berpirsiyarkirin û dayîna zext û zorê ser Rejîma Siyonîst kir.

Kazim Xerîbabadî derbarê  kiryarên hiqûqî yên Têhranê  têkildarî êrişa vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst ser Îranê got:şopandina  hiqûqî û qanûnî ji bo kişandina bala raya giştî û rêxistinên navneteweyî ser kiryara destdirêjkarane ya Rejîma Siyonîst û dayîna zexta zêdetir lser vê rejîmê ji bo berpirsiyarkirina wê  di rojevê de ye.Xerîbabadî got: ZJi ber ku kiryara Rejîma Israîlê  di çarçoveya binpêkirina peymana NY û  kiryara destdirêjkirane bû Îranê demlidest  ev kiryar ji Sekreterê Giştî yê NY û Konseya Ewlehiyê re ragihand.Alîkarê hiqûqî û Navnetewî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser wê yekê ku  ku di vê raporê de  ji Sekreterê Giştî yê NY û Konseya Ewlehiyê  hatiye xwestin ku  demlidest civîneke lezgîn  ya Konseya Ewlehiyê li dar bixin. Sê endamên vê konseyê yanê Çîn, Rûsya û Cezayirê piştgirî dan  vê daxwaza Îranê û ev civîn dê îro ji bo  hilkolandina berûlayên vê cinayetê were lidarxistin.Xerîbabadî di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser vê yekê ku kiryarên cinayetên Rejîma Siyonîst  bi tenê li warê siyasî, dîplomatîk û hiqûqê de nînin.Wî destnîşan kir: Kiyarên curbicur ên din di halê hilkolandinê ne lê ji bo ku bala raya giştî û rêxistinên navneteweyî bikişîne ser vê kiryara destdirêjkarane û zexta zêde li ser Rejîma Siyonîst bînin û vê reîmê berpirsiyar bikin, girîng e.

 

Serepeyv