Cotmeh 24, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Rêberê Şoreşê: Di karên çandî û hunerî da asta bandora li ser ciwanan girîng e

Rêberê giranqedr ê Şoreşê li hevdîtina bi karbidestên Kongireya Netewî ya Rêzgirtina ji 9 hezar û 800 şehîdên parêzgeha Kirmanşanê got: Moral û armanca serdest a li ser hemû çalakiyan divê bandor daynîn û encamhebûn bi taybet ji bo nivşa ciwan be û divê hûn lêbikolin û bibînin ku encama karê we heta çi astekî li ser ciwanan bandora xwe hebûye.

Hezretê ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da, Kirmanşanê cihê kombûn û bihevrejiyana bi necabet a qewm û mezhebên curbicur û xelkê wê sînorparêzên sadiq û rastbêj ên Îranê da zanîn û got: Xelk û ciwanên Kirmanşanê bi gotina wan bi xwe bi rastî palewan in û amadeyî berevaniyê û parastina welêt in û vê taybetmendiya xwe di demên curbicur ji wan di dema şerrê Îran û Iraqê da û sekinîna li hember êrişa dijminê beisî û herwiha berî wê di dema sekinîna di demê da ya li hember cidatîxwezên xayîn nîşan dane.

Wî bi raberkirina vê pirsê ku erka îro ya me li hember mîrat û bîreweriya şehîdan û fîdakarî û cangorîbûna wan çiye? got: Hewcetiya îro ya welêt li rihê peyamê û çawaniya jiyana wek îmandaran a wan ciwanên muxlis, kêmtir ji dema şêrr nîne ji ber ku şerrê wê demê şerrê hişkalavan û şerrekî aşkera bû lê şerrê îro rojê şerekî çendrêbazî ye.

Rêberê Şoreşê amajeyî alozbûna pîlanên dijmin ku ji kiryarên bi hişkalav û nermalavan ji bo derbelêdana li Îranê pêk hatiye kir û got: Îro rojê ew bona sekinîna li hember Komara îslamiya Îranê him çek û hem jî operasiyona derûnî û çekê çandê bi kar tînin lê îro bêguman em ji dema şerrê Îran û Iraqê bihêztir bûne û  em şiyanên welêt bi wê demê re nedin ber hev, lê tenê hebûna li qadên leşkerî û pêşketinên baş ên di vî warî da têrê nakin belke divê li ser dil û fikr û zimanan û alîgîriyan jî karên bibandor cih werin.

Hezretê ayetullah Xamineyî pîvana bandora berhemên çandî û hunerî pêwîst da zanîn û pêgîrî kir: Moral û armanca serdest a li ser hemû çalakiyan divê bandordanîn û encamhebûn bi taybet ji bo nivşa ciwan be û divê hûn lêbikolin û bibînin ku encama karê we heta çi astekî li ser ciwanan bandora xwe hebûye.

Serepeyv