Cotmeh 22, 2024 20:28 Asia/Tehran

Civîna 16`an a Serokên Koma Birîksê ji îro ve li bajarê Kazan ê Rûsiyê destpê kir û wê bo mideha sê rojan birobe. Eva yekemîn civîna piştî tevlîbûna pênc welatên nû li Birîksê di sala 2024`an da ye.

Medyayên ûris bi weşandina hin vîdêoyan ji dema hatina serokên welatên curbicur bo Kazanê ragihandine ku ev civîna bi beşdariya 36 welatan tê lidarxistin ku ji wan 22 welat di asta serokomaran da li rex serokên 6 rêxistinên navnetewî wê beşdar bibin.

Mesûd Pêzêşkiyan, serokomarê Îranê jî di vê civînê da wê beşdar bibe. Pêzêşkiyan piştî sefera bo Rûsiyê gotiye ku hevkariya bi Birîksê re û berfirehkiirna peywendiyên bi welatên endam re wê di vê seferê da bên raberkirin. 

Serokomarê Îranê amajeyî vî yekî kir ku welatên Birîksê li dû çendalîgeriyê ne û got ev komxebat dikarin bibin rêya xilasbûna ji pawanxwazî û serdestîxweziya Amerîkayê.

Pêzêşkiyan li rex vê civînê dê bi serokomarên Rûsiye, Çîn, Hind û Misrê re hevdîtinên dualî pêk bîne.

Serokomarê Îranê sibeha îro û berî çûyîna bo Rûsiyê bi amadebûna li Nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Têhranê, beşdarî merasima bîranîna şehîd Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Hemasê jî bû.

Serepeyv