Iraqçî: Rejîma Siyonîst giringtirîn çavkaniya bê ewlehîtiyê li cîhanê ye
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Rêjîma Siyonîst girîngtirîn çavkaniya bê ewlehîtiyê li cîhanê ye û mekanîzmên navneteweyî nekarîne pêşiya cinayetên vê rejîma qirkir bigrin.
Wezîrê karên derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî li civîneke çapemeniyê ya hevpar li gel Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Stenbolê got: Rêjîma qirkir a Îsraîlê di binpêkirina qanûnên navneteweyî de ti sînoran nas nake û piştevaniya Amerîkayê ji wan, rêberên Rejîma Siyonîst û Netanyahu wêrektir kiriye.
Iraqçî bi pêgîriya li ser rawestandina şerê li Zîvala Xezze û Libnanê û şandina alîkariyên mirovdostane ji bo vê navçeyê, li bara terorkiirna şehîd Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) got: Ev yeka ti astengîyekî di ser rêya berxwedan û têkoşîna gelê Filistînê de çênake, belke moral û leza zêdetir dide wê. Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li bara lidarxistina duyemîn civîna Qefqaza Başûr li Tirkiyê got: Beşdaran bi pêgîriya li ser aşitî û istiqrara li Qefqazê, pêkanîna aşitiyê nîşana hevkariyê di navbera welatên navçê da zanîn û dijayetiya xwe li hember hebûna hêzên derveyî navçê ragihand.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî ji ber rola Îranê li berfirehkirina peywendiyên dualî yên navçeyî û navnetewî kêfxweşiya xwe diyar kir û got, her du welat hertim aştî û istaqrarê li navçê daxwaz kirine. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha amajeyî cinayetên rejîma qirkir a Îsraîlê li navçê kir û got: Divê Rejîma Siyonîst dawiyê li axiftina xwe ya bi gef bîne û her cure gefxwerin û destdirêjiyê bide sekinandin.
Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo beşdariya li Civîna sêyemîn a Wezîrên karên derve yên Mêkanîzma Hevkariya Navçeyî ya 3+3`yê ku roja Îniyê li Stenbolê hate lidarxistin, seredana vî welatî kir.