Cotmeh 11, 2024 19:32 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Pêwendiya Îran û Rûsiyê nêzîk û stratejîk e

Serokê Komara Islamî ya Îranê li kêleka konferansa navneteweyî ya Pêwendiya dualî ya serdem û şaristaniyetan - bingeha aştî û geşatiyê ku bi boneya 300emîn salvegera Mextûmqolî Feraqî li Tirkmenistanê hat lidarxistin, bi Serokomarê Rûsiyê re hevdîtin pêk anî.

Pizişkiyan di vê hevdîtinê de tekezî ser lezkirina berfirehkirina hevkariyên hevbeş di navbera her du welatan de kir û got:Têkiliyên her du welatan ji babet aborî û çandî her ku diçe berfireh û xurtir dibin.Pizişkiyan bal kişand ser rewşa qeyranî ya li herêmê û got:Rejîma Siyonîst rêzê li tu çarçoveyeke qanûnî û mirovî ya navneteweyî nagire û şert û mercên navçê qeyranî ne. Welatên Ewropa û Amerîka naxwazin têkiliyên welatên herêmê di aramî û istiqrarê de bidomin.Serokkomarê Rûsiyêjî di vê hevdîtinê de ragihand: Hevkariya di navbera her du welatan de ji bo me di ewlewiyetê de ye û berfirehkirina peywendiyan û zêdekirina asta bazirganiyê di navbera her du aliyan de bi başî di halê cihhatinê de ye.Viladîmîr Pûtîn di vê hevdîtinê de bi fermî Mesûd Pizişkiyan vexwend ku sefera Moskowê bike û srokê Komara îslamî ya Îranê jî sipasiya wî kir û deweta wî qebûl kir.