Hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê bi hevtûşê xwe yê siûdî re
Wezîrê karên derve yê Îranê seredana Erebistanê kiriye û li Riyazê bi hevtûşê xwe yê siûdî re hevdîtin pêk aniye.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê welatê me piştî ku derbasî Riyazê bû û ji aliyê Ebdulraşêd El Semarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî ve hat pêşwazîkirin, di wezareta karên derve ya Erebistanê de bi Feysel Bin Ferhan, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî re hevdîtin pêk anî.Iraqçî li bara armancên vî seferî destnîşan kir: Ev sefera di dewama şêwirînên navçeyî ji bo sekinandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Filistîn û Libnanê ji wan mijara awareyan da pêk hatiye. Wezîrê karên derve peywendiyên di navbera îran û Erebistanê da ber bi pêşketinê wesif kir û got: Gotûbêja li ser mijarên dualî wê di sefereka din de bên kirin. Wezîrê karên derve hêvîdariya xwe diyar kir ku ev şêwirîn, rewşekî baş ji bo Filistîn, Libnan û Navçê pêk bînin.