Cotmeh 05, 2024 17:41 Asia/Tehran
  • Tekeziya Îran û Sûriyê ser berfirehkirina peywendiyan

Li hevdîtina Seyîd Ebas Eraqçî wezîrê karên derve yê Îranê digel rayedarên Sûriyê, ji bilî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnan û Xezeyê, her wiha tekezî ser xurtkirina peywendiyên her du welatan hatkirin.

Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re, roja şemiyê bi Bişar Esed serokomarê Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj kirin.Serokkomarê Sûriyê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê got: Bersiva Îranê li hemberî destdirêjiyên Rejîma Siyonîst bersiveke tund bû û dersekê da vê rejîmê ku bereya berxwedanê dikare pêşîlêgitinê ser dijmin de bisepîne.Di vê hevdîtinê de, Esed tekezî ser giringiya peywendiya stratejîk di navbera Sûriyê û Îranê de kir û ev têkilî ji bo rawestana li ber kêşe û metirsiyên anvçeyê girîng nirxand, bi taybetî li hemberî berdewamiya dagirkeriya Îsraîlê  erdên erebî  cinayetên  rojane li dijî sivîlên li Lubnan, Filistîn û Sûriyê.Beşar Esed tekez kir:Berxwedan li hemberî her cure dagirkerî, destdirêjî û komkujiyekê mafekî rewa ye û berxwedan  ji ber pêşewzaîkirina gel ji wê û baweriya gel bi wê bi hêz e.Li gorî daxuyaniya serokomarê Sûriyê, Bişar Esed û Eraqçî rêyên rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser  Lubnanê û giringiya piştgirî û alîkariya  bo birayên Lubnanî ji ber awarebûna berfire ya ji ber êrişan hilkolandin. Eraqçî herwiha  di vê hevdîtinê de bal kişand ser baweriya li qaweta berxwedanê li Lubnan û Filistînê bona rawestana li ber maşîna wêrankirin û kuştinê ya Îsraîlê û ser pêwîstiya hewahengiya bi hemû welatên alîgir bona rawestandina vê destdirêjiyê tekez kir.

Seyd Ebas Eraqçî, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi Besam El-Sebax, wezîrê karên derve yê Sûriyê re, ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya zêdetir li asta dualî û çendalî ji bo seferberkirina piştgirî û hevgirtina navneteweyî ji bo rawestandina jînosayda rejîma dagîrker li Xezeyê û êrişên wê yên li dijî Lubnanê  tekez kirin.Her wiha di vê hevdîtinê de her du alî bi nirxandina alûgurên herî dawî yên peywendiyên dualî di warên curbicur ên siyasî, aborî û ewlehî de, ser çawaniya bihêztir kirina hevkariyên navbera her du aliyan û cîhbicîh kirina tam a lihevhatinên ku di navbera her du welatan de hatine encamdan gotûbêj kirin.Wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê her wiha bi hilkolandina  dawîn alûgurên navçê ji wan rewşa diltezîn  a mirovî ya ku ji ber dewama jînosayda filistîniyan û êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst li dijî Lubnanê pêk hatiye, ser pêwîstiya seferberkirina hemû îmkanên dîplomatîk ji bo kişandina bala  civaka cîhanî ser van karesatan û rawestandina şerxwaziya dijminê siyonîst tekez kirin.Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina tev Xazî El-Celalî serokwezîrê Sûriyê jî li bara mijarên curbicur ên navçeyî û navneteweyî  gotûbêj kirin.

 

 

Serepeyv