Cotmeh 02, 2024 16:19 Asia/Tehran
  • Kenanî: Îran tişta ku bêje, bi awayekî teqil pêk tîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê piştî oprasyona Wadeya Sadiq-2yê di peyamekê da nivîsî ku Têhran pabendê istiqrar û ewlehîya herêmê ye, lê yê hibmerî destdirêjkeran bersiveke teqil û tund bide.

Nasir Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî Îranê îro wek nirxandina bersiva Îranê ya bi mûşekan hibmerî Rejîma Sîyonîst ku piştî cinayetên vê rejîmê pêk hat, li rûpela xwe ya civakî ya X`ê wiha nivîsî: Me li gorî xala 51 a menşûra NY, mafê berevanîya rewa û piştgirîya ji ewlhî, serwerî û yekperçetîya axa Îranê himberî destdirêjkerên di nav wehmê da û aqilsivikan bi awayekî teqil û vebirr pêngav rakir. 

Kenanî herwiha nivîsî: Şîyan, wêrektî, karayî û iqtidara berevanîyê ya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê û di serî da zanebûn, bitvdîrbûn û biburyarbûna fermandarê bilindqedir ê gişk hêzên çekdar, bûn sedema şanazî û serbilindîya hemî îranîyan. 

Serepeyv