Îlon 28, 2024 20:27 Asia/Tehran
  • Dûkela cinayetên Siyonîstan dikeve çavên xelkê cîhanê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Dê dûkela xemsariya cîhanê li hember cinayetên rejîma talanker û zalim yanê Îsraîlê li pêşerojeke nêz de here çavê hemî xelkê cîhanê.

Naser Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di nvîsekê li tora civakî ya X- ê nivîsî: Dêwa Siyonîzmê gefek e dijî hemû cîhanê.Wî her wiha got: Di saya xemsariya hikûmetan û civakên navdewletî bi taybet konseya Ewlehiyê ya NY li hember cinayetên hovane û bêmînak ên Rejîma Siyonîst li Filistîn û Lubnanê û piştevaniya giştalî ya leşkerî, siyasî û aborî ya Amerîkayê ji vê rejîma cinayetkar, rola neteweyan li piştevaniya ji Filistîn û Lubnanê giring û kêrhatî ye.Wî her wiha got:Dê dûkela xemsariya cîhanê li hember cinayetên rejîma talanker û zalim ê Îsraîlê li êşerojeke nêz de here çavê hemî xelkê cîhanê.Kenanî nivîsekî din şehadeta Seyîd Hesen Nesrullah sersaxî daye bereya berxwedanê.